NÎŞANDAN

Nivîsîna vê pirtûkê rêwîtiyek bû ku ez bi coş û kêfxweş kirim. Fikirîna kûr a li ser Afirîner-Rizgarkerê min û peyama Wî ya bêhempa, ez wisa bi bereket kirim ku bi peyvan nayê gotin. Par, gelek sibehan dema beriya derketina rojê şiyar dibûm, dema di hişê min de fikra ku ez ê piştî vê binivîsim wekî firfirokê diçû û dihat, min hebûn û rêberiya Wî hîs kir.

SPASÎ

Tevî ez ji zêdekirina lîsteyeke dirêj a navan direvim, di van mijaran de tu şik tune ye: ku piştgiriya bêhnfireh a hevsera min a nuwaze Carol û agahiyên giranbuha yên hevalên bi huner û malbatê nebûna, ev pirtûk nedihat nivîsîn. Berg û xêz xebatên birayê min Dave in. Ez ji we hemûyan re ji dil spas dikim.

Xwedê ne bêedalet e, keda we û hezkirina we ya ku we bi xizmetkirina pîrozan û bi berdewamkirina vê xizmetê ji bo navê Wî nîşan daye, ji bîr nake.” (Îbranî 6:10)

Di heman demê de, ji bo gelek lêkolînvanên Misilman yên ku bi peyamên elektronîk ez der heqê nivîsê de motîve dikirim, spasdar im.

Lê ji hemûyan zêdetir ez ji we re spas dikim ji bo ku hûn di vê rêwîtiya kurt de tevlî min bûn. Rêwîtiyeke kurt dibêjim, lewre dikarîbû bibûya rêwîtiyeke mezintir. Di Nivîsên Pîroz de yên ku me di rêwîtiyê de xwend, ji ayetên ku di Pirtûka Pîroz de ne %4 kêmtir in. Ji ber vê, tevî em hatin dawiya rêwîtiya xwe, esas em dikarin bibêjin ku me nû dest bi rêwîtiyê kiriye.

RÊWÎTIYA KU BERDEWAM DIKE

Yek Xwedayê rast, ji bo kesên ku dixwazin fam bikin, peyama xwe pir hêsan kiriye, Ew Bixwe yekbûyî, kûr û bêdawî ye. Her tiştê ku der heqê Wî de divê bê zanîn, ne mirovek ne milyaketek dê tu car nekare têbigihije. Elçî Yuhanna, ev rastî di ayeta dawiya qeydên Mizginiyê da zanîn:

Hê gelek tiştên din hene ku Îsa kirine. Ku ev yek bi yek bihata nivîsîn, ez bawer im pirtûkên ku hatine nivîsîn dê li cîhanê bi cih nebûna.” (Yuhanna 21:25)

Ez dikarim vê bibêjim. Dema min YEK XWEDA YEK PEYAMê nivîsî, zehmetiya min a herî mezin ayetên ku divabû min tevlî pirtûkê bikira bûn; min ê kîjan ayetan tevlî bikira, kîjan nenivîsa? Rast e ku Peyva Xwedê bi hişmet û bêdawî ye. Peyva Xwedê ji bo canê mirov tehmxweş e û ew têr dike. Hevalê me yê li Lubnanê jî ev rastî dîtibû, “Ez dibînim ku têrê nake ku em bibêjin ‘Min Pirtûka Pîroz xwend’ Pirtûka Pîroz pirtûkeke wisa ye ku divê hertim bê xwendin.” (Ji beşa 7.)

Niha ji ber ku me ev rêwîtî qedand, dibe ku hûn bixwazin vegerin destpêka YEK XWEDA YEK PEYAM û ayetên tevlîkirî ji Pirtûka Pîroz bibînin û her beşa wan ayetên ku cih digirin, bixwînin. Hûn dikarin tişteke ji vê çêtir jî bikin; hemû pirtûkxaneya Afirînerê xwe, bi duaya jêrê, xwe beralî Wî bikin û bixwînin:

Çavên min veke,

 Ez mucîzeyên zagonên te bibînim.” (Mezmûr 119:18)

Ku hûn bi alîkariya belgeyan zêdetir delîl û daxuyanî bixwazin, teqez li ser têbiniyan lêkolîn bikin. Û ji kerema xwe re fedî nekin ji bo şîrove û pirsên xwe ku ji min re binivîsin. Peyamên elektronîk yên ku ez mecbûr bikim pirtûkeke nû binivîsim jî, ez ê bextewar bibim ku ji we peyamek bigrim!

Ez bereketa kevn a 3500 salî ya jêrê dil dikim û ji we xatir dixwazim:

REB bila we pîrozîne û biparêze;

  REB bila rûyê xwe yê ronî rê we bide û bila ji we re lutf bike;

  REB bila rûyê xwe beraliyê we bike û selametî bide we.”

  (Hejmara Li Çolê 6:24-26)